Partiya Pêşerojê: Em bi 50 parlamenterên AK Partiyê re danûstandinê dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Selçuk Ozdag diyar kir ku bi nêrîna wan dê di nav AK Partiyê de perçebûn û veqetîn çê bibe û diayr kir, ew bi nêzîkî 50 parlamenterên wê partiyê re gotûbêj û danûstandinê dikin.

Selçuk Ozdag beşdarî bernameya weşana zindî ya “Açıkça” anku "Vekirî" ya Halk TV bû. Ozdag îdia kir ku ji ber zêdebûna pirsgirêkên aborî û îdiayên Sedat Peker, di nav AK Partî û gerlêriya partiyê de nerazîbûn derketine.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê di bersiva pirsa gelo di nav AK Partiyê de çend parlamenterên hevalên te hene,  got, “Gelek parlamenter û burokrat hene ku di şeş mehên dawî de bi me re axivîne. Ew bi giranî bêhêvî dibin. Ev kes bi me re hevdîtinê dikin ji ber ku ew her roja ku diçe bingeha xwe ya civakî winda dikin, ji ber ew dizanin ku ew piştgiriya gel winda dikin û tenê bi piştgiriya dewletê radiwestin. Di van demên dawî de zêde bûye. Di hawirdorek wisa de, çareseriyên veşartî hene. AK Partî dê di pêşerojek nêz de windahiyên cidî bide, û hûn dê beşdarbûnê bibînin. Dê ji MHPê jî tevlîbûn hebe.”

Li ser pirsa çend parlamenter dê veqetin, Ozdag got, “Em bi nêzîkê 50 parlamenteran re hevdîtinê dikin. şêwira me bi van hevalan re zêde bûye.”

Selçuk Ozdag herwiha destnîşan kir, egera wê yekê ku di meha Mijdarê de hilbijartinên pêşwext bên lidarxistin, zêde ye.