Erdogan erka avakirina hikûmetê da Davutoglu
Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan erka avakirina hikûmeta hevpeymanî da Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) û Serokwezîrê demkî yê Tirkiyê Ahmet Davutolu.
Hevdîtina Erdogan ya bi Davutoglu re xelas bû.
Hevdîtina ku li Kulliyeya Serokomariyê bêyî amadebûna çapemeniyê pêk hat saetek û 10 deqîqe dewam kir.
Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibarahim Kalin ragihand Recep Tayyip Erdogan peywira avakirina hikûmetê 63yemîn da Ahmet Davutoglu.
Di hilbijartinên 7ê Hezîrana îsal de AKP bi rêjeya %40.9ê dengan bibû yekem lê nekarîbû dengên pêwîst ji bo avakirina hikûmetê bidest bîne lewma hikûmeta nû dê hikûmetek hevpeymanî be.
Di hilbijartinan de jibilî AKPê, CHP, MHP û HDPê jî benda hilbijartinan derbas kiribûn.
Li gorî qanûnên Tirkiyê, piştî erkdarkirinê divê serokwezîr di nav 45 rojan de kabîneya hikûmetê pêk bîne.