Birûskê 2 kes kuştin, kesek jî birîndar kir

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Gumuşhane û Bayburtê yên Tirkiyeyê du kes ji ber lêdana birûskê mirin, li Sêrtê jî jinek ji ber lêdana birûskê birîndar bû.

Li zozanên gundê Aydogduyê yê navçeya Kelkîtê ya Gûmûşhaneyê birûskê li jina 49 salî ya bi navê Tulay Genç da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan tesbît kir Tulayê li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li gundê Gunbulduyê yê navçeya Aydintepeyê ya Bayburtê jî dema ciwanê bi navê Burak Bayraktar ê 24 salî li gund ajelên xwe diçêrandin birûskê lê da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û hat tesbîtkirin ku Burak jî li cihê bûyerê miriye.

Li aliyê din, li gundê Bimbatê yê navçeya Şêrwanê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê dema Betul S.ya 22 salî li zozanan mihên xwe diçerandin birûskê lê da.

Tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan Betûl S. bi birîndarî veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Sêrtê.