TUIKê eşkere kir; malbatan herî zêde û herî kêm ji bo çi pere xerc kirine?

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan TUIK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – TUIKê ragihand, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê malbat herî zêde ji bo xorak, avahî û kirê û veguhestinê û herî kêm jî ji bo perwerdehiyê pereyan xerc dikin.

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) amarên sala 2022ê yên xerciyên malbatan belav kirin, li gor amaran malbatên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê herî zêde ji bo xorak û herî kêm jî ji bo perwerdehiyê pere xerc kirine.

Li gor amaran sala 2022an malbatan ji dahata xwe herî zêde bi giştî %22.8 bo xorak, %22.4 bo avahî û kirê û %21.3ê jî bo veguhestinê xerc kirine. Herî kêm jî bi rêjeya %1.4 bo perwerdeyê, %2.2 bo tendirustiyê û %2.5 bo kêfxweşî û çandê xerc kirine.

Her malbatekê mehane bi giştî 12 hezar û 159 lîre xerc kirine û her kesayetekî di malbatê de mehane 6 hezar û 259 lîre xerc kirine. Malbatên hejar li gor ên dewlemend rêjeyeke zêde ya dahata xwe ji bo xerciyên xorakê veqetandine. Malbatên hejar %35.8ê dahata xwe bo xorakê xerc kirine û malbatên dewlemend %16.6ê dahata xwe bo xorakê xerc kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst