Parlamenterên HUDAPARê ji AK Partiyê cuda dibin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan HUDAPAR AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - 4 Parlamenterên Partiya Doza Azad (HUDAPAR) ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji lîsteyên AK Partiyê hatibûn hilbijartin, ji bo ku derbasî partiya xwe bibin daxwaznameya xwe pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoya Tirkiyê kirin. Bi vê yekê jî hejmara partiyên li Parlamentoya Tirkiyê bû 16.

Li gor agahiyan îro Pêncşemê 9ê Hezîrana 2023an Parlamenterên HUDAPARê ku di hilbijartinên 14ê Gulanê de ji lîsteyên AK Partiyê hatibûn hilbijartin ji bo ku ji AK Partiyê cûda bibin û derbasî partiya xwe bibin daxwaznamayên xwe pêşkêşî Serokayetiya Parlamentoyê kirine.

Proseya derbasbûna Serokê Giştî yê HUDAPARê Zekeriya Yapicioglu temam bû û di malpera înternetê ya Parlamentoya Tirkiyê de jî navê Yapicioglu wek Parlamenterê HUDAPARê hat belavkirin.

Piştî Yapicioglu, parlamenterên din ên HUDA PARê Faruk Dînç, Serkan Ramanli û Şahzade Demîr jî ji bo ku derbasî partiya xwe bibin, daxwaznameyên xwe pêşkêşî Serokê Parlamentoya Tirkiyê kirin lê ji ber ku karûbarên fermî temam nebûne di lîsteyan de navên wan bi awayekî demkî wek parlmanterên serbixwe hatine diyarkirin.

Piştî temambûna karûbarên fermî ew her sê parlamenter jî dê ji niha û şûn de wek Parlamenterên HUDAPARê li parlamentoyê erkê xwe bicih bînin.

Li gor agahiyan dê Serokê HUDAPARê derbarê proseya cûdabûna ji AK Partiyê û derbasbûna wan a ji bo partiya xwe de daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Bi temambûna karûbarên fermî yên Parlamenterên HUDAPARê hejmara kursiyên AK Partiyê yên li Parlamentoyê dadikeve 263 kursiyan.

Piştî ku HUDAPAR jî li wan partiyên ku di parlamentoyê de ji hevpeymaniyan cûda bûne zêde bû, hejmara partiyên siyasî yên li Parlamentoya Tirkiyê bû 16 partî.

Berî niha parlamenterên Partiya Demokrat, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partiya Pêşerojê û Partiya Saadetê ku ji lîsteyên Partiya Gel a Komarî (CHP) beşdarî hilbijartinan bibûn jî ji wê partiyê cûda bibûn.

Her wiha Parlamenterên Partiya Yenîden Refah û Partiya Çep a Demokratîk jî ku di hilbijartinan de hevpeymanên AK Partiyê bûn, ji wê partiyê cûda bibûn û derbasî partiyên xwe bibûn.

Li aliyê din 2 Parlamenterên Partiya Kedê (EMEP) yên ku ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk (YSP) hatibûn hilbijartin jî li parlamentoyê ew partî bicih hêlabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst