Li Stenbolê dest bi ser 1 milyar dolarên sexte de hat girtin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Stenbol Dolarên Sexte
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlekariyê ya Tirkiyê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê dest bi ser 1 milyar dolarê sexte yê Amerîkî de girtin û bi tohmeta berhemanîn û veguhastina wan perayan jî 6 kes destserkirin. Ev asta herî zêde ya pereyên sexte ye ku di dîroka Komara Tirkiyê de di carekê de dest bi ser de hatine girtin.

Li gorî zanyariyan tîmên Fermandariya Cendermeyan a Stenbolê hatine agahdarkirin ku şebekeyeke ji kesên biyanî pereyên sexte çap dikin û amadekariyan dikin ku wan pereyan veguhêzin welatên Afrîkayê.

Tîmên cendermeyan piştî vê zanyariyê dest bi çavdêriya wê şebekeyê kirin û dîtin ku beşek ji kesên di nav wê şebekeyê de diçin depoyeke li navçeya Kagithane ya Stenbolê, demek dirêj di depoyê de dimînin û gelek qutiyên kargo û kaseyên pereyan dibin nav wê depoyê.

Hêzên Ewlekariyê li ser vê yekê îro 9ê Hezîrana 2023an operasyonek dan destpêkirin û bi ser depoyê de girtin.

Di encama operasyonê de 3 welatiyên Swêdî yên bi navên D.B.S.B., N.J.W. û N.O.F, welatiyek Brîtanî yê bi navê J.W., welatiyekî Ganayê yê bi navê A.K.K û welatiyê Tirkiyê yê bi navê A.O. desteserkirin ku hewil didan dolarên  sexte çap bikin û veguhêzin.

Hêzên ewlekariyê piştî lêgerînên di nav wê depoyê de jî dest bi ser 1 milyar dolar pereyê sexte de girtin ku bo veguhastina welatên Afrîkayê hatibûn amadekirin.

Cendermeyan li vîllayên gumanbaran yên li navçeya Şîşlî jî xebatên lêgerînê dan detpêkirin û li wê derê jî dest bi ser beşek pereyan û kelûpelên xişrê de hat girtin.

Derbarê gumanbarên biyanî de zanyarî bo konsolxaneyên welatên wan hatin dayîn.

Li gor zanyariyan 1 milyar dolar  pereyê ku di vê operasyonê de dest bi ser de hatiye girtin, asta herî zêde ya pereyê sexte ye ku di dîroka Komara Tirkiyê de di carekê de dest bi ser de hatiye girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst