Doza Kobanî: Biryar hat dayîn derbarê Sirri Sureyya Onder de daxwazname bê nivîsandin

Hewlêr (Rûdaw) - Di Doza Kobanî ku li Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat kirin de daxwaza azadkirinê hat redkirin û dadgehê biryar da derbarê parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder de daxwazname bê nivîsandin.

Xula 3emîn a rûniştina 25emîn a Doza Kobaniyê ku 108 siyasetmedar bi hinceta bûyerên Kobaniyê yên di 6-8ê Cotmeha 2014an  tên darizandin û di nav de hevserokên berê yên HDPê jî hene birêve çû.

Di dozê de parêzeran daxwaza azadkirina kesên tên darizandin kirin lê ev yek ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û biryar hat dayîn ku 3ê Temûza îsal rûniştina dozê bêkirin.

Herwiha dadgehê biryar daye, ji ber Sirri Sureyya Onder wek parlamenter hatiye hilbijartin ji bo rakirina biryara kontrola edlî û rawestandina darizandina wî bo Parlamentoya Tirkiye daxwazname bê nivîsandin.

Protestoyên Kobanî ku wek bûyerên 6-8ê Cotmehê jî tên binavkirin, 6-8ê Cotmeha 2014an ji aliyê HDPê û bi beşdarbûna xelkê Bakurê Kurdistanê hatibûn destpêkirin ku armanc ew bû dorpêça li ser Kobanî bi dawî bibe, xeteke însanî ya alîkariyê li sînor bê vekirin û veguhastina çekan bo DAIŞê li ser sînorên Tirkiyê were rawestandin.

Li gor raporta Komelaya Mafên Mirovan a 7-12ê Cotmeha 2014an di encama van bûyeran de bi giştî 46 kesan canê xwe ji dest dabûn, 682 kes birîndar bibûn û 323 kes jî hatibûn desteserkirin. Herwiha li gor amarên ajansa fermî ya Tirkiyê yên wê demê zerar gehiştibû 1113 avahiyan jî.