Mamosteyê ku destdirêjî li 11 xwendekaran kiribû hat girtin

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Çorum Mamoste Destdirêjî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kargî ya parêzgeha Çorûmê ya Tirkiyê mamosteyekî bi îdiaya ku li dibistanê destdrêjî li 11 zarokan kiribû hat girtin.

Li gor zanyariyan malbatên 11 xwendekarên keç ên ku li dibistaneke amadeyî ya navçeya Kargiyê dixwînin der barê M.E.G. yê 30 salî de ku li dibistanê mamostetiyê dike bi hinceta destdirêjiya zayendî li zarokên wan kiriye serî li emniyetê dan.

Tîmên Birêveberiya Ewlehiyê ya navçeya Kargiyê li ser îxbarê dest bi lêkolînê kirin û bi amadebûna şêwirmendê derûnî îfadedyên zarokan wergirtin.

Li ser îfadeyên zarokan ên li emniyetê, M.E.G ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Piştî karûbarên yasayî yên li emniyetê, M.E.G ji bo dadgehê hat şandin û ji aliyê dadger ve bi tohmeta "îstîsmara zayendî ya li dijî zarokê" û "destdirêjiya zayendî" hate girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst