Li Enqerê alarma lehiyê: Em di rewşa hişyariyê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya bajarê Enqerê ji ber egera barana zêde û lehiyê destûra hemû karmendên beşên peywendidar betal kirin. Herwiha li navçeya Golhisar a bajarê Burdurê yê Tirkiyê jî lehî rabû û hin kargeh û xanî di bin avê de man.

Di rojên derbasbûyî de li Enqereyê hişyariya barana zêde û lehiyê hatibû dayîn û piştre li kuçe û kolanên wî bajarî lehî rabûbû.

Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş hişyariya lehiyê da û ragihand ku ew dê bi hişyarî xebatên xwe bidomînin.

Yavaş li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da û tê de wiha dibêje:

“Hevwelatiyên hêja, Ji ber barana zêde ku tê çaverêkirin îro bibare, hemû destûrên yekîneyên me yên pêwendîdar hatine betalkirin. Em dê xebatên xwe di rewşa hişyarî de bidomînin û xwe yek bi yek bigihînin tevê îxbarên ku werin.”

Li aliyê din li navçeya Golhisar a bajarê Burdurê jî ji ber barana zêde ya ku ji duh êvarê ve dibare, lehî rabû û hin kargeh û xanî di bin avê de man.

Li gorî şaredariya Golhisarê nêzikî 50 xanî û 15 kargeh di bin avê de mane. Herwiha di hinek axuran de jî hinek pez ji ber lehiyê mirar bûne.