Li Stenbolê 15 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, îro 9ê Hezîrana 2023ê bi hinceta Cemaeta Gulen 15 kes hatin desteserkirin.

Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, tîmên Şaxa Tawanên Organîze yên Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê îro bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta “endamtiya Cemaeta Gulen” bo desteserkirina 19 kesan, roja 9ê Hezîranê dest bi operasyonê kirin.

Di operasyonê de di nav de pizîşk, perestyar û dadwer û mamosteyên ji kar hatine dûrxistin, bi tevahî 15 kes hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan, her 15 kesên desteserkirî bo Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê hatin birin.

Medyayên Tirkiyê belav kirine ku ji bo desteserkirina 4 kesên din operasyon hêj berdewam e.