Roja civîna Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane diyar bû

09-06-2023
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane ji bo zêdekirina mûçeyê kêmane ku niha 8 hezar û 506 lîreyên Tirkî ye dê di 13ê Hezîranê de bicive.

Gotûbêjên li ser zêdekirina mûçeyê kêmane yê karker û xebatkarên Bakurê Kurdistan û Tirkyê destpêkirine. Mûçeyê kêmane ku niha 8 hezar û 506 lîreyên Tirkî ye ku dike derdora 360 dolar. Ew mûçe  roj bi roj li hember daketina lîreyê Tirkî û bilindbûna nirxan dihele û hêza kirînê ya welatiyan kêm dibe. Hikûmeta Tirkiyê jî hewl dide bi rêya zêdekirina wî mûçeyî rê li ber vê yekê bigire.

Di vê çarçoveyê de Komîsyona Diyarkirina Mûçeyê Kêmane 13ê Hezîrana 2023an piştî diyarbûna kabîneya nû cara yekem e dicive. Civîn li Wezareta Ewlehiya Civakî û Kar a Tirkiyê tê kirin û sendîkayên   karker û karsazan û nûnerê hikûmetê beşdar dibin.

Çavê zêdetirî 7 milyon karkerên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li benda biryara nû ya komîsyonê ya li ser rêjeya zêdekirina mûçeyê kêmane ne.

Mûçeyê kêmane li gorî amarên enfilasyonê yên Saziya Amarana a Tirkiyê (TUÎK) tên diyarkirin, lê sendîkayên karkeran dibêjin amarên TUÎKê enflasyona rast nîşan nadin û daxwaz dikin amarên saziyên serbixwe di diyarkirina mûçeyê kêmane de li ber çav bên girtin.

Daketina nirxê lîreyê Tirkî li gember dolar û diravên biyanî sedema sereke ya bilindbûna enflasyonê û kêmbûna hêza kirîna ya welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Berî hilbijartinên 14ê Gulanê yek dolarê Amerîkî bi derdora 19 lîre û 50 kuruşan bû û wê demê mûçeyê kêmane dikir 436 dolarên Amerîkî di demekê de ku li gor nirxên roja Înê yên bazaran ku 1 dolarê Amerîkî 23 lîre û 50 kuruş derbas kirine, mûçeyê kêmane bo 360 dolar. Bi gotineke din welatiyên Tirkiyê bi kêmtir ji mehekê ji mûçeyên xwe yên heyî 76 dolar ji dest dane û hejar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst