Erdogan: Berbijêrê Tifaqa Cumhur Tayip Erdogan e

09-06-2022
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Serokkomariyê Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan li Îzmîr a Tirkiyê ragihand, “Cihekî ku birevî tune ye Birêz Kemal. Va ye ez dibêjim berbijêrê Tifaqa Cumhur Tayip Erdogan e.”

Recep Tayyîp Erdogan li Qada Pêşangehê ya Gazîemirê di Civîna Encûmena Şêwirê ya Îzmirê ya AK Partiyê de axivî.

Erdogan got, “Em li gorî vê armanc û vîzyona xwe ji Îzmîrê piştgiriyeke xurttir, jidiltir û bi coştir hêvî dikin. Lê mixabin demek e ev bajar ji aliyê nûnerên xwe ve bê bext e. Wek hûn jî dizanin li Îzmîrê parlamenterekî ku di heman demê de serokê CHPê ye jî heye. Ev kesê ku welatiyên min ên Îzmîrî ji bo nûnertiya xwe şandine Parlamentoya, rêya Îzmîrê jî nizane. Her çiqas parlamenterê vî bajarî ye jî bi qasî me nayê û naçe Îzmîrê. Ji dêvla ku xema Îzmîriyan bikişîne, piraniya wextê xwe bi dûrxistina dijminên milet û welat li Sîlîvriyê ji dadgeriyê re derbas dike, giliyê Tirkiyê ji biyaniyan re dike û piştgiriyê dide rêxistinên terorê.”

Berbijêrê Tifaqa Cumhur Tayîp Erdogan e

Erdogan anî ziman, “Hûn dizanin, di axaftina koma xwe ya hefteya borî de, min bangek pir zelal ji vî kesî re kir. Armanca banga me ew bû ku em vî kesî, partiya wî û welatiyên me yên ku dengê xwe dane CHPê ji barekî mezin rizgar bikin. Lê ji dêvla ku bi dilpakî bersiva pirsên me bide, îftira û xapandinên xwe berdewam kir. Me dawiya hefteyê jî banga xwe li Kizilcahamamê dubare kir. Niha jî ji Îzmîr a ku tu wek parlamenter hatî hilbijartin careke din heman vexwendinê dikim. Ez ji Birêz Kemal re dibêjim; êdî dev jê berde. Her dem bi bahaneyan û bi gotinan hewl didin ku xwe ji berpirsyariyê birevînin. Êdî nikarî meseleya berbijêriyê derbas bikî. Tu dibêjî bila roja hilbijartinê zelal be. Va ye, hilbijartin wê di nîvê hezîrana sala bê de werin kirin. Cihekî ku birevî tune ye Birêz Kemal. Va ye ez dibêjim berbijêrê Tifaqa Cumhur Tayip Erdogan e.

Em niha bi Birêz Bahçelî re di Manoraya Efes-2022 de bûn. Ji wir me bi hev re li manorayê temaşe kir. Gelek caran birêz Bahçelî navê min eşkere kir. Ez dizanim ku tu dixwazî di hilbijartinên 2023an de bibî berbijêr û li pêşberî min bisekinî. De were, êdî Birêz Kemal îşkenceyê li xwe û li partiya xwe neke. Serê welatiyên me yên ku dengê xwe dane CHPê neçemîne. Heger cesareta te hebe, di demeke kurt de yan berbijêriya xwe eşkere bike yan jî berbijêrê xwe eşkere bike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst