Şandeke SPD a Almanyayê serdana HDPê kir

09-06-2022
RÛDAW
Nîşan HDP SPD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Partiya Sosyal Demokrat (SPD) a Almanyayê serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir û ji aliyê Hevserokê HDPê Mithat Sancar ve hatin pêşwazîkirin.

Şanda partiya Almanî ya SPD ji Berdevkê Têkiliyên Derve yê partiyê Nîls Schmîd û yek ji rêveberên partiyê Frederich Ebert Stiftung pêkhatibû.

Şanda SPDê li navenda giştî ya HDPê li Enqerê bi Hevserokê wê Partiyê Mithat Sancar û parlamentera HDPê ya Êlihê Feleknas Uca re civiyan.

Partiya Demokratîk a Gelan HDPê derbarê serdana şandê de li ser twittera xwe ragihandiye, “Hevserokê Giştî yê me Mithat Sancar û Feleknas Uca pêşwazî li şanda di bin serokatiya Berdevkê Têkiliyên Derve yê Partiya Sosyal Demokrat a Almanya Nîls Schmîd û ji rêveberên partiyê Frederich Ebert Stiftung kirin.”

HDPê herwiha diyar kiriye, di civînê de herdu aliyan geşedanên li Tirkiyê û Rojhilata Navîn gotûbêj kirine û nêrînên xwe anîne ziman.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst