Li Tirkiyê ji gaza xwezayî ya 1.2 milyon kesan hat qutkirin

09-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Şopandina Bazara Enerjiyê (EPDK) ragihand ku di sala 2021ê li seranserê Tirkiyê gaza xwezayî ya milyonek û 620 hezar û 64 kesan hatiye qutkirin, ku sedema qutkirina ji sedî 73ê wan nedana heqê faturayan di dema xwe de ye.

Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ahmet Akin  jî dibêje: “Di 6 mehên destpêkê yên îsal de nirxê gaza xwezayî ji sedî 120 hatiye zêdekirin û hejmara welatiyên ku gaza wan tê qutkirin dê zêdetir bibe.”

Li gor amarên Saziya Şopandina Bazara Enerjiyê (EPDK) di sala 2021ê de li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza xwezayî ya milyonek û 620 hezar û 64 welatiyan hatiye qutkirin ku sedema ji sedî 73ê wan  nedana heqê faturayan di dema xwe de ye. Di sala 2021ê de bi giştî gaza xwezayî ya milyonek û 197 hezar û 228 kesan jî ji ber nedana faturayan hatiye qûtkirin.

Li gor sala 2020ê hejmara hevbeşên gaza xwezayî ku nikarîne fatureyên xwe bidin di sala 2021ê de 356 hezar û 274 kes zêde bûye. Ev di demekê de ye li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 885 hezar û 750 hevbeşên gaza xwezayî hene. Bi vê yekê jî ji her 15 hevbeşan, gaza xwezayî ya yekî ji wan ji ber nedana fatureyan hatiye qutkirin.

Alîkarî Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ahmet Akin derbarê mijarê de ji medya Tirkiye re axiviye. Akin amaje bi wê yekê daye ku di 6 mehên destpêkê yên îsal de nirxê gaza xwezayî ji sedî 120 hatiye zêdekirin û tekez dike ku hejmara welatiyên gaza wan ji ber nedana fatureyan tê qûtkirin dê îsal zêdetir bibe.

Ahmet Akin derbarê bihabûna gaza xwezayî de rexne li Serokkomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan û desthilatê jî digre û dibêje: “Desthilatê di sala 2020ê de mizgîniya gaza xwezayî ya Derya Reş da û got dê bihayê wê dakeve. Piştî vê mizginiyê bi salekê di sala 2021an de hejmara welatiyên ku nikarîne fatureyên xwe yên gaza xwezayî bidin û ji ber vê yekê gaza wan hatiye qutkirin bi aweyekî rekor zêde bûye. Desthilat çiqas bixwaze veşêre jî li her avahî û kolanekê gaza xwezayî ya cîranekî me hatiye qutktirin. Xwegermkirin ku yek ji pêdiviyên sereke ye li vî welatî bûye luks.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst