Peker: Min ji bo AKPê mîtîng li dar xist

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê tawanên rêkxistî Sedat Peker li ser hesaba xwe ya Twetirê derbarê mîtîngên ku li hinek parêzgehên Tirkiyê kirine, Twitek belav kir û got “ Min ew mîting ji bo AK Partiyê kirine”

Serokê tawanên rêkxistî û serokê grûpek mafyayê yê Tirkiyê Sedat Peker demê li Tirkiyê, li çend parêzgehan mîtîng li dar xistibûn û di wan de piştevaniya xwe ji hikûmetê re diyar kiribû û gef li beşeke opozîsyonê xwaribû. 

Peker li ser wan mîtîngan ku a yekem li parêzgeha Rizeyê li dar xistibû, îro li ser hesaba xwe ya Twitterê, tweetek belav kir û got “min ew mîtîng ji bo partiya Dad û Pêşketinê (AK Parti) li dar xistine.”

Peker her di wê tweeta xwe de diyar kir ku wî ne tenê li parêzgehekê, her wiha li çendîn parêzgehan ji bo wê partiyê mîtîng li dar xistine û got “ Hûn her tim ji hikûmetê dipirsin çima  we bi Sedat Peker re li Rizeyê mîtîng dan li darxistin. Min tenê ne li Rizeyê mitîng li dar xistin; min li Sakarya, Sêwas, Mereş, Nîgde, Qibris, Îzmîr, Nevşehîr, Enqere û li gelek navçeyên Stenbolê jî mîtîng li dar xistin (ji bo AK Partiyê).”  

Mafyager Sedat Peker ku biryara girtinê derbarê wî de heye û li derveyî Tirkiyê dijî, li ser belavkirina peyam û vîdeoyên xwe berdewam e ku tê de peywendiyên berpirsên dewleta Tirkiyê û mafyayê aşkere dike. Wî heta niha 9 vîdeo belav kirine.