Konseya Ewropayê: Ji %1ê nifûsa Tirkiyê di zindanê de ye

09-06-2021
RÛDAW
Zindana Sîlîvriyê li Stenbolê
Zindana Sîlîvriyê li Stenbolê
Nîşan Tirkiye Konseya Ewropayê Zindan Zindanî Polonya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Konseya Ewropayê diyar kir ku ji Çileyê 2020an ve nêzîkî ji sedî 1ê hemwelatiyên Tirkiyê yan di zîndanê de ne yan jî bi şert û merc hatine azadkirin.

Li gorî amarên rapora ku Zanîngeha Lozanê li Swîsreyê ji bo Konseya Ewropayê amade kiriye, li Tirkiyê ji her 100 hezar kesan 984ê wan yan di zîndanê de ne yan jî bi mercê kontrola dadî hatine azadkirin.

Li gorî raporê, ev amar 3 qatan li nîvê amarên Ewropayê ne û tê wê wateyê ku serê her 100 hezar kesî 265 kesan li xwe digire.

Li aliyê din di raportê de tê gotin ku di sala 2020an de li gorî sala 2019an hejmara kesên ku bi mercê kontrolê hatine azadkirin ji sedî 6.1 zêde bûye.

Welatê ku herî zêde girtiyan bi mercê kontrola dadî azad dike Polonya ye û li wir serê 100 hezar kesî 643 kes bi şert û merc hatine azadkirin. Di rêza duyemîn de Tirkiyê tê û di rêza sêyemîn de jî Lîtwanya ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst