50 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê ji bo sala perwerhiyê ya 2023-24an 50 mamosteyên zimanê Kurdî tayîn kirin. Piraniya mamosteyên Kurdî ne li dibistanan lê li navendên perwerdehiya gel hatine damezirandin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyê (MEB) di 8ê Gulanê de 45 hezar mamosteyên nû tayin kirin.

Tayînkirina mamosteyên zimanê Kurdî ku her sal dibe sedema nîqaşan, cara yekem îsal 50 mamosteyên Kurdî hatin tayînkirin.

35 mamosteyên zaraveya Kurmancî û 15 mamosteyên zaraveya Zazakî yên Kurdî bi giştî 50 mamoste li dibistan û navendên perwerdehiyê yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê hatin tayînkirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanên li dibistan û navendên perwerdehiyê yên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Tirkiyê dersên zimanê Kurdî di bin navê “Ziman û Zaraveyên Zindî” de wek dersên bijarte tên xwendin.

Mamosteyên Kurdî yên ku hatine tayînkirin dê ji 1ê Îlonê ve dest bi kar bikin.

Hereketa Zimanê Kurdî (HEZ-KURD), saziyên sivîl, partiyên siyasî û kesayetiyên navdar ev demeke dirêj e bi kampanyayên xwe yên li ser medyaya civakî daxwaza tayînkirina 200 mamosteyên Kurdî dikirin.

Piraniya mamosteyan li navendên perwerdehiya giştî hatin damezirandin

Akademîsyen Murat Varol ragihand ku li Çewlikê 5, li Amedê 4, li Dêrsimê 3, li Rihayê 1 û li Şirnexê jî 2 mamosteyên Zazakî hatine damezirandin.

Varol di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku ji mamosteyên Zazakî 10 ji wan ji bo navendên perwerdeya gel hatine damezirandin.

Varol gotinên jêrîn bikar anîn:

“Ji 15 mamosteyên Zazakî 10 ji wan ji bo navendên perwerdehiya gel hetine damezirandin, li dibistanan nehatine damezirandin; ji ber ku li dibistanan kadroya normê tune bûn.

Yanî eger wezaret li gor normê tevbigeriya, diviyabû tenê 5 kadro bidaya Zazakî.

Wezaretê cara ewil li navendên perwerdehiya gel mamoste tayîn kir, ji bo beşên din tiştekî wiha nîne.

Xala ku bi salan e em dibêjin heman tişt e, divê ders bê hilbijartin, piştre norm çêbibin ku wezaret bikaribe tayîn bike.”