Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar bûye mijareke propagandaya hilbijartinê

09-05-2023
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar
Nîşan ‌Hilbijartin 2023 Malbata Şenyaşar Nobeta Edaletê HDP CHP AK Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji hilbijartinên Tirkiyê re tenê 5 roj mane û mîtîngên partiyên siyasî û hevpeymaniyan berdewam in. Yek ji mijarên partiyan di propagandeyên hilbijartina 14ê Gulanê de nobeta edaletê ya malbata Kurd a Şenyaşar e ku ew 778 roj in li ber dadgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê berdewam e û daxwaza edaletê dikin, lê desthilatê heta niha guh nedaye daxwaza wan.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê û berbijêrê parlamateriyê yê Rihayê Mithat Sancar di mîtînga Partiya Çepên Kesk a Rihayê de bal kişande ser bêedaletiyê û got, bajarê Rihayê warê qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar e û daxwaza dengan ji xelkê Rihayê kir.

Mithat Sancar herwiha got, ev hilbijartin dê pêşbaziya di navbera edalet û bêedaletiyê de be.

Sancar tekez kir: “Urfa (Riha) warê berxwedana li dijî bêedaletiyê ye. Urfa warê qêrîna edaletê yê dayîka Emîne ye ku li seranserê welat deng vedaye. Ji bo qêrîna edaletê ya dayîka Emîne ji hemû mexdûrên Tirkiyê re edaletê bîne, ez dixwazim hûn piştgiriya xwe ya bo me derxin asta herî jor. Belê Urfa, belê gelê me yê hêja dê li vî bajarî edalet û bêedaletî bi hevre bikevin nav pêşbaziyê.”

Serokê CHPê û berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdargolu jî di mîtînga wê hevpeymaniyê ya li bajarê Edenê de behsa Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê kir û got, ew dê şopdarê edaletê bin.

Kemal Kiliçdaroglu got: “Ez çûm cem Emîne Şenyaşar. Emîne Şenyaşar a ku zarok û hevjînê wê hatin kuştin. Heşt dozgeran ji tirsa nediwêrîn dozê vekin. Ez çûm min hevalên xwe yên parlamenter erkdar kirin û dozger neçar man doz vekirin û vî birayê we mafê wê parast û dê biparêze.”

Li navçeya Sirûcê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema propagandeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Halil Yildiz, du kur û hevjînê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn.

Kurekî Emîne Şenyaşar li dikana xwe û kurek û hevjînê wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin.

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar yê ku niha berbijêrê parlementeriyê yê Partiya Çep a Kesk e tam 778 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeta Edaletê de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst