Dema Ahmet Şik û Suleyman Soylu hev dîtin çi bû?

09-05-2023
RÛDAW
Nîşan ‌Hilbijartin 2023
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) ê Stenbolê Ahmet Şik, dema beşdarî çalakiya partiya xwe ya li Beşîktaşa Stenbolê bû, rastî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu hat ku wê demê di çalakiyeke hilbijartinê de bû.

Di wê demê de di navbera her duyan de pevguherîna devkî hebû. Di vîdyoya ku di wê kêliyê de hatiye kişandin û li ser medyaya civakî hatiye parvekirin, ne diyar e ku her du çi dibêjin. Lê di daxuyaniya ku piştre hat dayîn de hat gotin ku Ahmet Şik gotiye, hûn dê bên darizandin.

Malpera BBC Tirkî di nûçeyekê de ragihandiye ku Ahmet Şik wê demê ji Suleyman Soylu re gotiye, “Tu dê werî darizandin”.

Ahmet Şik vîdyoya navborî ji hesaba TÎPê wergirt û li ser hesabê xwe parve kir û ji Wezîr Soylu re got, “Tu dê werî darizandin”.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst