Geştyara Ereb bi tometa ku heqaret li Erdogan kiriye hate girtin

09-05-2022
RÛDAW
Nîşan Heqaret Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kuşadasi ya ser bi parêzgeha Aydinê ya li peravên Deryaya Egeyê li Tirkiyê, geştyareke Ereb bi tometa ku heqaret li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan kiriye, ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Roja Şemiyê 7ê Gulana 2022an hat diyarkirin ku derengê şevê li Cadeya Barbaros Hayrettin geştyareke Ereb a ji Fasê ji ber ku heqaret li Erdogan û Tirkiyê kiriye, li ser giliya gel ji aliyê tîmên polîsên ku hatin cihê bûyerê ve hat desteser kirin.

Li gor madeya 299, qanûna hejmar 5327 a destûra bingehîn a Tirkiyê kesên ku heqaretê li serokkomar bikin dê werin sizakirin.

Partiya Gel a Komarî (CHP) di 23ê Çileya 2022an de pêşniyarek pêşkêşî Parlamentoya Tirkiyê kir û xwest, madeya 299. a Destûra Bingehîn a Tirk ku bi hinceta 'heqareta li serokkomar' e, ji ber ku rayedar qanûnê li gorî berjewendiya xwe bi kar tînin, bê guhertin lê ev daxwaz bi piraniya dengên bi her du fraksiyonên AKP û MHPê hat redkirin.

Li gorî amarên Wezareta Dadê ya Tirkiyê ku di Nîsana 2022an de hat nûkirin, di 6 salên serokkomariya Recep Tayîp Erdogan de li ser 160 hezar û 169 kesan bi tawanbariya "heqaret û bêrêzî li Erdogan kirine" lêpirsîn hatiye destpêkirin:

Di sala 2014an de 682 kes

Di sala 2015an de 7 hezar û 216 kes

Di sala 2016an de 38 hezar û 254 kes

Di sala 2017an de 20 hezar û 539 kes

Di sala 2018an de 26 hezar û 115 kes

Di sala 2019an de 36 hezar û 66 kes

Di sala 2020an de 31 hezar û 297 kes

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst