Damezrînerê Weqfa Furkanê Alparslan Kuytul hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Semra Kuytul hevjîna Alparslan Kuytul ragihand ku Damezrînerê Weqfa Furkan ku yek ji weqfên olî û perwerdê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye, îro hatiye desteserkirin.

Semra Kuytul li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got, hevjînê wê Alparslan Kuytul hatiye desteserkirin û ew diçin dadgehê.

Weqfa Furkan yek ji weqfên olî û perwerdê yên Tirkiyê ye û li Bakurê Kurdistanê jî çalak e. Serokê Weqfê Alparslan Kuytul e û ji ber gotinên xwe yên li dijî desthilatê berî niha jî bi hincetên cuda hatibû girtin.

Şeva 15ê Çileya 2022ê li bajarê Edenê yê Tirkiyê endamên Weqfa Furkan xwestibûn ji bo berdana beşek ji hevalên xwe yên girtî li Qada Beşocak a Edenê çalakiyekê bikin û daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê hêzên ewlekariyê bi gazên rondikrêj û guleyên plastîkî bi tundî êrîşî endamên weqfê kiribûn.

Di encama tundûtîjiya hêzên ewlekariyê de beşek ji endamên wê weqfê birîndar bûbûn, herwiha bi dehan endamên wê weqfê jî hatibûn desteserkirin.

Belavbûna dîmenên îşkence û êrîşa polîsan a li ser endamên Weqfa Furkan wê demê li seranserî Tirkiyê bi taybetî di nav civaka oldaran de deng vedabû.

Gulana 2021ê li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jî, polîsan bi ser hinek mizgeftên de girtibûn ku endamên Weqfa Furkanê dixwestin îbadeta xwe ya îtîkafê lê bikin û 6 kes ji wan desteser kiribûn.

Wê demê jî belavbûna dîmenên desteserkirina wan endamên Weqfa Furkanê di mizgeftan de deng vedabû.

Îtîkaf ew e ku oldarên misilman 10 rojê dawî yên meha Remezanê bi îbadetê derbas dikin.