Stenbol (Rûdaw) – Li Stenbolê hejmareke masîvanên Kurd her roj ji keştîgehên xwe derdikevin û diçin nêçîra şeytanokan.
Stenbol ew bajare ku mîna nîvgiravekê ji her 3 aliyên xwê ve bi deryayê hatiye dorpêç kirin. Ew li ber behra Marmarayê hatiye ava kirin û deryaya wê ji aliyê ajalên avî ve gelekî dewlemend e. Bi taybetî bi saya herikandina avê ya geliyê Stenbolê cûrbicûr masî tê de derbasî Behra Reş dibin. Lê ji bilî van masiyan hin ajelên din yên avî hene ku ew xwedî girîngiyeke taybet in. Şeytanok jî yek ji wan ajalan e ku nêçîra wan tê kirin.
Masîvan her roj ji keştîgehên xwe derdikevin û diçin nêçîra wan şeytanokan. Lêbelê di nava van masîvanan de Kurdên Mêrdînê ji xwe re ciyekî taybet girtine. Berî dehan salan ew mecbûr mane ku terka welatê xwe bikin û barkirine hatine Stenbolê û li vir jî dest bi masîvaniyê kirine. Her roj bi kelekên xwe derdikevin ser deryayê û ji bo debara xwe bikin nêçîra masî û ajalên avî dikin. Yek ji wan jî Evdilhekîm e. Ew jî ji Mêrdînê ye û koç kiriye hatiye vî bajarî. Ji bo debara xwe bike rojane derdikeve nêçîrê.
Masivan Evdilhekîm Aslan dibêje: “Ez ji Mêrdînê me. Ji gundê Kurka Çeto me. Ev nêzîkî 5-6 sal in ku em vî karî dikin. Me ev kar ji xwe re kiriye pîşe. Kêfa me jî jê re tê. Jixwe dema meriv karekî bi hezkirin bike ew xweş derbas dibe. Em dikevin bahrê û şeytanokan derdixin, em masiyan digrin û carna jî mîdye derdixin. Karê me jî ev e, em havînan serê şeveqan li 4 an 5an radibin lê zivistanê ji ber ku av cemidiye cudatir e. Dema çileyê ku hewa xweş be em derdikevin. Karê me ev e û me ew ji xwe re kiriye pîşe. Qismetê meriv çi be ew derdikeve. Girêdayî hewayê ye karê me. Carina 50 carina jî 100 kîlo derdikeve. 200 jî derdikeve. 5 heb zarokê me hene li vir. Ez bitenê me û dişixwilim. Me ev kar ji xwe re kiriye sineet. Di wextê de gundiyekî me hatiye vê derê û ew jî ji qereçiyan hîn bûye. Me jî ew şopand û ji wî fêr bûn. Lewma dema ji me dipirsin ku em çi karî dikin û em dibêjin em karê mîdye dikin dibêjin baş e nexwe hun ji Mêrdînê ne.”
Evdilhekîm di vê keleka xwe ya piçûk de bi alîkariya kurê xwe Umut xwe noqî binê avê dike û xwe digihîne şeytanokên ku xwe berdane jêrzemîna bahrê. Eger ew roj bextê wî hebe bi dehan kîlo şeytanok bidestdixe û derdikeve ser rûyê avê. Lê îro siûda wî heye, tevî şeytanokan ew masiyekî mezin jî digre. Ev ajalên avî hem li nava welêt û hem jî li derveyî welêt têne firotin. Bi taybetî di qada kozmetîk û xorakê de şeytanok xwedî cihekî girîng in. Heta ku mirov daxwaz li van berheman bikin ev kes jî ji bo debara xwe dê vî karî bikin û xwe berdin binê avê.
Alîgirê herî mezin ê Evdilhekîm kurê wî Umut e. Umut biçavê karekî mayînde li noqariyê dinêre. Ew li Stenbolê çêbûye û di van rojan de ajokariya keleka bavê xwe dike:
Umut Aslan jî dibêje: “Ez ji Mêrdînê me. Ez li Stenbolê çêbûme û mezin bûm. Min heya sefa heşta xwend dev ji dibistanê berda. Min xwest ku alîkariya bavê xwe bikim. Bavê min di vî karî de bitenê bû. Min bi wî re destpêkir û kar zahf eciband. Ez niha jî bi wî re me. Ez bi xortomê digrim û keleka wî diajom. Em havînan 200 kîlo derdixin. Wexta av germ dibe derdikeve 250 kîloyan jî. Lê di çileyê de zêde tuneye. Carna 50, 70 an 100 kîlo derdikeve. Lê havînê gelek in. Havînê em diçin aliyê Bogazê rojane 500 kîlo jî derdixin. Carna 300 an 400 jî dibe. Ez û bavê xwe ne û em bi hev re alîkariyê dikin. Em ji xwe êdî bûne hoste û di vê riyê de emê berdewam bikin. Ne bavê min dev ji min berdide ne ez dest jê berdidim. Heya ku em sax bin emê di nava vê bahrê de bin.”
Berî dehan salan Kurdên Mêrdînê berê xwe dane bajarê Stenbolê û xwe dane karê deryavaniyê. Ew Kurd li vir bûne masî û xwe noqî binê avê kirine. Her roja ku destpêdike ji bo wan tê wateya hêvî û bergeheke nû!
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse