Li Tirkiyê egere destpêkirina pêvajoya aştiyê

09-05-2019
RÛDAW
Piştî peyama Ocalan, destpêkirina proseya Aştiyê bûye rojev
Piştî peyama Ocalan, destpêkirina proseya Aştiyê bûye rojev
Nîşan PKK Abdullah Ocalan Peyam Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî belavkirina peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocelan bi rêya parêzerên wî, careke din destpêkirina proseya Aştiyê li Tirkiyê ketiye rojevê û xwendinên cuda ji bo peyama Ocelan têne kirin. HDP tekez dike ku armanca sereke ya peyamê ew e ku ew rijd in li ser berdewamiya xebata siyasî bi awayekî aştiyane, daxwaz jî ji hemû aliyan dike ku kar ji bo bihêzkirina binemayên demokrasî, wekhevî û aştiyê li welat bikin.

 

Piştî belavkirina peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)  yê zîndankirî Abdullah Ocalan, li Tirkiyê nirxandinên cuda bo wê peyamê hatin kirin, ji wan jî egera destpêkirina qonaxeke nû ya proseya aştiyê li wî welatî.

 

Hinek aliyên siyasî, siyasetvan û herwiha akademîsyenan dema belavkirina peyama Abdullah Ocalan û hilweşandina encamên hilbijartina Stenbol bi hev ve girêdan, ku peyam bo wê yekê bûye dengderên Kurd ên Stenbolê vê care dengê xwe bidin berbijêrê AK Partiyê û pişta xwe bidin berbijêrê CHPê.

 

Derbarê egera destpêkirina qonaxa nû ya proseya aştiyê de, her yekser Serokatiya Komara Tirkiyê bi rêya Serokê Fermangeha Gihandinê Fahrettin Altun ew yek red kir ku proseyeke wiha destpê bike.

 

Serokê Fermangeha Gihandinê ya Serokatiya Komara Tirkiyê Fahrettin Altun  dibêje: “Proseya nû ya aştiyê ne di rojevê de ye, ev tedbîr e. Em di nerîn û ramanên xwe de vekirî û zelal in. Her kesek di wê baweriyê de be ku peyama Ocalan destpêka destpêkirina qonaxa nû ya aştiyê ye, şaş difikire."

 

Abdullah Ocalan di peyama xwe de tekez li ser çareserkirina pirsgirêkan, vegerandina aramiyê bi rêya siyaset û hêza kulturî kiriye, ne bi şer û bikaranîna tundûtûjiya fizîkî. Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî behsa armanca serekî ya peyama Ocalan dike û dibêje:

 

"Em wek HDP li ser xebata demokratîk, siyaseta aştî û helwêsta piştgirîkirina azadiyan pêdagir in. Daxwazê ji hemû hêz û aliyên demokrat, xwedan wijdan, aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl dikim ku destê xwe bixin nav destê hev bo qayîmkirina prensîbên demokrasiyê, yeksanî û aştî û welat ber bi vekirineke cihê serbilindiyê ve bibin."

 

Peyama yekem a Ocalan di Newroza sala 2013ê de li Meydana Şahiyan a Ameda Bakurê Kurdistanê hat xwedin û di encam de şerê navbera gerîllayên PKK û Artêşa Tirkiyê rawestiya û qonaxa aştiyê di salên navbera 2013 û 2015an de birêve çû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst