ROJEVA RAGIHANDINÊ - Dozger got îstismarê binixumînin

09-05-2016
RÛDAW
A+ A-

SABAH

Li Tirkiye raya giştî êdî amade ye ji bo sîstema serokatiyê...

Serokê kompaniya rapirsiyê Adil Gur, li Tirkiye sîstema serokwezirtiya hêzdar bi dawî bû. Eger baş bê vegotin bawer dikim ku ji %60 ji xelkê Tirkiye dê ji destûreke li ser esasê sîstema serokatiyê re nabêja na.

- Tirkiye li Surî li bakûrê Helebê binkeyên SAIŞê topbaran kir, li bakûrê Iraqê jî,herêmên Metîna, Garê, Zap û Qendîlê bombaran kir.

 

AKŞAM

Ev ne krîz e baweriya bi Erdogan e..

Kompaniyên rapirsiyê, xelk Erdogan weke serokekî xwezayï dibîne. Di rapirsiyan de yên ku deng didin bi AKPê sedemê vê ji bo navê Erdogan aşkere dikin.

- Serfermandeya leşkerî û wezareta berevaniyê dest bi amadekariyê kirin ji bo ku 1-4 ê Tebaxê dest bi operasyona li nav hêzên rêvebir yên leşkeriyê bikin dako kesên nêzîk bi Paralelê ji nav xwe der bikin.

 

YENİ ŞAFAK

Agajmana li ser PYDê...

Tirkiye siyaseta xwe ya angajmanî ya li hember DAIŞ dê ji niha pê de ji bo PYDê jî bi kar bîne. Berê lûleyên top û tanqan zivirîn bi ser Kobanê û Efrînê de. Eger hat û PYD jî wke PKKê êrîşî leşker û polîsên Tirk bike dê Tirkiye kantonan bide ber topbaranê. Halêhazir Tirkiye ji ser Kilîsê bi topan bersivê dide DAIŞ, li Nisêbînê jî tê zanîn ku PKK ji ser Qamişlo bi endamên xwekuj û harîkariya çekdarî misêwa alîkariya Nisêbînê dike. Eger ev yek wiha bidome an jî yek fişekek bi vî aliyî de bi ser leşkeran de pipeke, dê kanton topbaran bibin.

- Amerîka li Sûrî ji yekîtiya El Nûsra û Artêş Feth ne razî ye. Loma jî hefteya berê ew bombbaran kirin ji ber ku biryara tifaqê dabûn.

 

HURRIYET

Nazî daketin kolanan...

Li Almanya zexta li ser civakê bilind dibe. Komên Neo-Nazî li Almanya daketin koalanan û bang kirin ku penaberan naxwazin. Herwiha daxwaza daxistina Merkel kirin. Koma dij bi Naziyan jî ku li hemberî wan li hev kom bû, zext bilind bû polis bi gaza tûj ew ji hev belav kirin.

 

TARAF

Serokwezîrê kordînator...

Piştî ku Dawudoglû dest ji kar berde dê Erdogan di rêvebirinê de zêdetir bandora xwe nîşan bide. Serokwezîrê nû dê ziyatir weke koordînator û navbeynkarekî be ji bo rêvebirina yasadanan û bi revebirinê.

 

EVRENSEL

Dozger got îstismarê binixumînin...

Li bajarê Manîsa li navçeya Sarûhan, 20 xwendekarên zarok yên seretayî, ji alî nûnerê Turk Egitim Sen Yakûp Kilinc ve bi destdirêjahî hatin îstîsmarkirin. Dozger ji malbatan xwest ku xwe bê deng bikin da ku ev mesele jî belav nebe weke ya Weqfa Ensar.

- Li Şernexê tîmên taybet bi ser mala parlamentera HDPê  Leyla Bîrlîk ve girtin. Tîm, nexwestin bi miftê derî vekin û bi pihînan derî şikandin ketin hundir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst