Kûdetager Kenan Evren mir

Hewlêr (Rûdaw) – Serfermande û serokomarê berê yê Tirkiyê Kenar Evren jiyana xwe ji dest da.

Kenan Evren îşev li nexweşxaneya leşkerî ya Gulhane ya Enqerê ji ber nexweşiyê û di temenê 98 saliyê de mir.

Evren, roja 12ê Îlona 1980ê û dema ku fermandeyê giştî yê artêşa Tirkiyê bû li dijî hikûmeta wê demê kûdetayek leşkerî pêk anîbû û bibû serokomarê Tirkiyê.

Kenan Evren ku li Tirkiyê dema behsa wî dihat kirin, kûdetaya 12ê Îlona 1980ê dihat bîra mirovan, li navçeya Alaşehîrê ya bajarê Manîsayê hatibû dinê. Sala 1938ê kolêja Şerê Bejahî û sala 1949ê jî Akademiya Şer xwendibû.

Evren ji 30ê Tebaxa 1964ê ve di nav artêşê de mezin bû û roja 7ê Adara 1978ê jî bû fermandeyê giştî yê artêşê. Piştî du salan li dijî hikûmeta wê demê kûdeta kir û roja 7ê Mijdara 1982ê bû heftemîn serokomarê  Tirkiyê û roja 9ê Mijdara 1989ê jî heyama serokomariya wî xilas bû.

Kenan Evren û fermandeyê wê demê yê hêzên asmanî Tahsîn Şahînkaya havîna 2014ê bi tohmeta “guhertin û hewla tinekirina destûra Tirkiyê û astengkirina karê parlamentoyê” bi zîndana heta hetayî hatin mehkûmkirin lê ji ber ku nexweşî û zêdebûna temenê wan fermana dadgehê nehatibû cîbicîkirin.