Dayika kurd dê bi her du zarokên xwe yên cêwî re bikeve zîndanê

Stenbol (Rûdaw) – Dayika kurd a bi navê Mulkiye Demîr Kilinç ku du zarokên wê yên cêwî hene û temenê tenê 5.5 meh e û bi tohmeta alîkariya PKKê bi 2 sal û mehek cezayê zîndanê hatiye mehkûmkirin, 10 rojên din bi zarokên xwe ve diçe girtîgehê. Mulkiye jî dibêje, bila bihêlin zarokên min birêve biçin paşê ez herim zîndanê.

Karmenda Navenda Çanda Mezopotamya li Stenbolê Mulkiye Demîr Kilinç, par bi hêceta ku bi firotina pirtûkan alîkariya PKKê kiriye bi 2 sal û mehek cezayê girtinê hatibû mehkûmkirin û cezayê wê ji aliyê dadgeha bilind ve hatibû erêkirin lê ji ber ku li ser zarokên xwe ducanî bû, cezayê wê hatibû paşxistin.

Mulkiye Demîr Kilinç, ku niha bûye dayika du zarokên cêwî bi navên Lorîn û Ozgur, îro ji bo paşxistina girtîgehê serî li dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê da.

Li gorî CNN Turkê, Kilinç ku bi hevjînê xwe û her du zarokên xwe çûbû dadgehê, got, niha her du zarokên min 5.5 mehî ne û 19ê vê mehê jî mohleta min xilas dibe, lewma eger ez herim zîndanê ez neçar im zarokên xwe jî bi xwe re bibim.

Wê dayika kurd anî ziman, ev jî tiştekî gellekî dilêşîn e lewma daxwaza wê ew e ku cezayê wê dîsa were paşxistin da ku zarokên wê hinekî din jî mezin bibin herî kêm bikaribin bimeşn da bikaribe li nav zîndanê de li wan baş binêre.

Ji aliyekî din, hevjînê Mulkiyê, Ehmed Kilinç eşkere kir, dê roja 11ê Gulanê, Roja Dayikan bi hevjîna xwe û zarokên xwe ve li ber deriyê Lîseya Galatasarayê ya Stenbolê kom bibin.

Beriya niha jî bi mebesta piştgirîkirina li Mulkiye Demîr Kilinç, kampanyayek bi navê “Bila Ozgur û Lorîn di zîndanê de mezin nebin” li ser înternetê hatibû destpêkirin û di demeke kurt de bi hezaran kesî îmze kiribû.

Mulkiyê li ser kampanyayê jî got, dê encamên kampanyayê ji serokomarê Tirkiyê re bişînin û jê daxwaza paşdexistina cezayê xwe bikin.