Cejna Remezanê: Kîjan partî diçin serdana hev û kîjan partî li deriyê hev nadin?
Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya Cejna Remezanê ya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê diyar bû.
Partiya Gel a Komarî (CHP), AK Partî jî di nav de dê biçe serdana 15 partiyan.
AK Partî jî diçe serdana 7 Partiyan û DEM Partî jî diçe 4 partiyan.
Ne AK Partî û ne jî DEM Partî naçin cejna hev pîroz nakin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şandeyên partiyên siyasî wekî nerîtekê di roja dueyam a cejnê de diçin serdana hev û cejna hev pîroz dikin.
Bernameya cejnê ya partiyên siyasî û şandeyên wan diyar bû.
Li gorî bernameyê CHP dê biçe serdana van partiyan:
AK Partî, Partiya Çep a Demokrat (DSP), Partiya Vatan, DEM Partî, ÎYÎ Partî, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekitiya Mezin (BBP), Partiya Demokrat, Partiya Tevgera Netewperst (MHP), ANAP, Partiya Saadetê, Partiya DEVAyê, Partiya Paşerojê, Partiya Yenîden Refahê û Partiya Zaferê.
AK Partî jî dê biçe serdana CHP, MHP, HUDA PAR, Partiya Yenîden Refahê, BBP, DSP û ÎYÎ Partiyê.
Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê DEM Partî) jî bo pîrozkirina cejnê dê biçe serdana CHP, Partiya Paşerojê, Partiya Saadetê û Partiya DEVAyê.