Cejna Remezanê: Kîjan partî diçin serdana hev û kîjan partî li deriyê hev nadin?

09-04-2024
RÛDAW
Nîşan Cejna Remezanê Partiyên Siyasî Bername
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bernameya Cejna Remezanê ya partiyên siyasî yên Tirkiyeyê diyar bû.

Partiya Gel a Komarî (CHP), AK Partî jî di nav de dê biçe serdana 15 partiyan.

AK Partî jî diçe serdana 7 Partiyan û DEM Partî jî diçe 4 partiyan.

Ne AK Partî û ne jî DEM Partî naçin cejna hev pîroz nakin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê şandeyên partiyên siyasî wekî nerîtekê di roja dueyam a cejnê de diçin serdana hev û cejna hev pîroz dikin.

Bernameya cejnê ya partiyên siyasî û şandeyên wan diyar bû.

Li gorî bernameyê CHP dê biçe serdana van partiyan:

AK Partî, Partiya Çep a Demokrat (DSP), Partiya Vatan, DEM Partî, ÎYÎ Partî, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekitiya Mezin (BBP),  Partiya Demokrat,  Partiya Tevgera Netewperst (MHP), ANAP, Partiya Saadetê, Partiya  DEVAyê, Partiya Paşerojê, Partiya Yenîden Refahê û Partiya Zaferê.

AK Partî jî dê biçe serdana CHP, MHP, HUDA PAR, Partiya Yenîden Refahê, BBP, DSP û ÎYÎ Partiyê.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê DEM Partî) jî bo pîrozkirina cejnê dê biçe serdana CHP, Partiya Paşerojê, Partiya Saadetê û Partiya DEVAyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst