Li Stenbolê pevçûn: 2 kuştî, 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kagithaneyê ya Stenbolê du grûp bi çekan pev çûn.

Di vê pevçûnê de du kes hatin kuştin, du kes jî hatin birîndarkirin û birînên birîndarekî xedar in.

Li gorî agahiyan, şeva borî endamên du grûpan ketin qirika hev û piştî ku nîqaş gur bû wan hevdû da ber guleyan.

Di vê pevçûnê de O.Y. (20), M.A. (30), H.Y. (38) û S.Y. (25) birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyan lê O.Y. û M.A. ji destê mirinê xelas nebûn.

Li hêla din, hat zanîn ku birînên H.Y. giran in û metirsî li ser jiyana wî heye.

Hêzên ewlehiyê li cihê pevçûnê 40 qepzûnên vala dîtin.