Ji DEVAyê 25 namzed di lîsteyên CHPê de hatin diyarkirin

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya DEVA CHP Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrasî û Pêşketinê (DEVA) ku yek ji hevalbendên Tifaqa Millet e, ji lîsteyên CHPê bi 25 namzedên parlementeriyê beşdarî di hilbijartinên 14ê Gulanê de dike.

Partiya Demokrasî û Pêşketinê îro navên namzedên xwe yên bo parlamenteriyê ku li ser lîsteya Partiya Komarî ya Gel (CHP) beşdarî di hilbijartinên 14ê Gulanê de dibin, aşkere kir.

Navên namzedên DEVAyê yên ji lîsteya AK Partiyê tevli hilbijartinan dibin û cihê ku lê hevrikiyê li ser kursiya parlamenteriyê dikin, bi vî awayî ye:

Edene di rêza 4an de Sadullah Kısacık

Enqere Herêma 1; di rêza 4an de Sadullah Ergin

Enqere Herêma 2; di rêza 2an de Îdrîs Şahîn

Balikesîr di rêza 3an de Burak Dalgan

Amed di rêza 2an de Alî Îhsan Merdanoglu

Xarpêt di rêza 3an de Ahmet Yildiz

Erzerom di rêza 3an de Celal Zunguldak

Dîlok di rêza 3an de Ertugrul Kaya

Îdir di rêza yekem de Yusuf Aslan

Stenbol Herêma 1; di rêza 7an de Elîf Esen

Stenbol Herêma 1; di rêza 8an de Hasan Karal

Stenbol Herêma 2; di rêza 8an de Evrîm Rizvanoglu

Stenbol Herêma 3; di rêza 10an de Medenî Yilmaz

Stenbol Herêma 3; di rêza 6an de Mustafa Yeneroglu

Îzmîr Herêma 1; di rêza 6an de Seda Kaya Osen

Mereş di rêza 2an de Îrfan Karatutlu

Kayserî di rêza 3an de Burhan Bahadir Ozsoy

Manîsa di rêza 4an de Selma Aliye Kavaf

Mêrsîn di rêza 3an de Mehmet Emîn Ekmen

Sêrt di rêza yekem de Umut Dayanan

Sêwas di rêza 2an de Serdar Înce

Riha di rêza 3an de Ahmet Tûysûz

Tekîrdag di rêza 3an de Cem Avşar

Yozgat di rêza 3an de Îsmaîl Yilmaz

Zonguldak di rêza 3an de Doga Şanlioglu

Ji hilbijartinên parlamentoyê û serokkomariya Tirkiyê re 34 roj mane ku biryar e di 14ê Gulana îsal de bên lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst