Berbijêrên HUDA PARê yên di lîsteya AK Partiyê de hatin aşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di lîsteya namzedên AK Partiyê ya ji bo hilbijartinên 28mîn xûla parlamentoya Tirkiyê de hat diyarkirin ku berbijêrên HUDA-PARê dê ji kîjan bajaran tevli hilbijartinê bibin.

Lîsteya berbijêrên AK Partiyê ya ji bo hilbijartinên 28mîn xûla parlamentoya Tirkiyê ku dê di 14ê Gulanê de bê lidarxistin, diyar bû.

Navên berbijêrên HUDA PARê yên ku dê li ser lîsteya AK Partiyê tevli hilbijartinan bibin û herwiha navçeyên ku dê ew namzedên HUDA PARê li wan deran hevrikiyê bo bidesxistina kursiyên parlamentoyê bikin, aşkere bûn.

Navên namzedên HUDA PARê yên di lîsteya AK Partiyê de û navçeyên ku ew dê li wan deran tevli hilbijartinan bibin wiha ne:

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di lîsteyên AK Partiyê de Herêma 3yemîn a Stenbolê di rêza 4emîn de.

Sekreterê Giştî yê HUDA PARê Şehzade Demîr di lîsteyên AK Partiyê de di rêza 6emîn de ye.

Berdevkê HUDA PARê Serkan Ramanlî di lîsteya AK Partiyê ya Êlihê de di rêza 2yemîn de ye.

Serokê Şaxa HUDA PARê ya Amedê Faruk Dînç di lîsteya AK Partiyê de li Mêrsîn di rêza 4emîn de cih girtiye.