Partiya Çep a Kesk - Kîjan hevserok ji kîjan bajarî bû berbijêr?

Hewlêr (Rûdaw) - Bajarên ku hevserok û hevberdevkên Partiya Çep a Kesk, HDK, DTK, DBP û HDP'ê lê bûn berbijêr, hatin diyarkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, lîsteya berbijêrên parlamenteriyê ya Partiya Çep a Keskan eşkere bû.

Hevserok û hevberdevkên pêkhateyên Partiya Çep a Kesk ku li kîjan bajarî bûne berbijêr diyar bû.

Hevberdevka Partiya Çep Çigdem Kiliçgun ji Stenbolê û Hevberdev Îbrahîm Akin jî ji Îzmîrê wek berbijêr hatine destnîşankirin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek ji Stenbolê berbijêr hat nîşandan.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk li Amedê di serî de wek berbijêr hat nîşandan.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz li Mêrdînê û Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir jî li Êlihê bûn berbijêr.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan di serê lîsteyê de li Wanê  û Hevseroka Giştî yê HDPê Mîthat Sancar di serê lîsteyê li Rihayê bûn berbijêr.

Herwiha hate ragihandin ku Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr ji ber ku nikare mafên xwe bigire nikare bibe berbijêr.