Ji Partiya Pêşerojê kîjan nav û ji ku hatine diyarkirin?

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Pêşerojê ya bi serokatiya Ahmet Davutoglu lîsteya namzedên xwe yên bo hilbijartinên xûla 28mîn a parlamentoya Tirkiyê belav kir. Partiya Pêşerojê tendê li du bajarên Bakurê Kurdistanê namzedên xwe diyar kirine.

Partiya Pêşerojê ku yek ji pêkhateyên Tifaqa Millet a bi serkêşiya CHPê û ÎYÎ Partiyê ye, li ser twittera fermî ya partiyê berbijêrên xwe yên bo parlamenteriyê aşkere kirin ku dê ji lîsteyên CHP'ê tevli hevrikiya hilbijartinan bibin.

Li gor lîsteya ku Partiya Pêşerojê (Gelecek) belav kiriye, ew partî tenê li du bajarên Şirnex û Riha yên Bakurê Kurdistanê namzedên xwe nîşan dane.

Namzedên din ê partiyê li bajarên Bursa, Çanakkale, Denîzlî, Stenbol, Kayserî, Îzmîr, Kocaelî, Konya, Mugla û Samsunê hatine diayrkirin.

Li gor lîsteya belavkirî, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiyê Nedîm Yamalî ji herêma 1emîn a Enqereyê wek namzed hatiye diyarkirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst