HDPê êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir

09-04-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Firokexaneya Silêmaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê êrîşa li ser Firokexaneya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê de ragihand ku divê Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê rê li ber êrîşan bigirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro Yekşemê 9ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twîtterê li ser êrîşa roja Înê 7ê Nîsanê de ku bo ser Firokexaneya Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê çêbûbû peyamek belav kir.

HDPê di peyama xwe de êrîşa ser Firokexaneya Silêmaniyê şermezar kir û anî ziman, “Êrîşên li ser xelk û axa Başûrê Kurdistanê aramiya herêmê dike armanc û aloziyan zêdetir dike. Divê Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê rê li ber êrîşan bigirin.”

Li parêzgeha Silêmaniyê 7ê Nîsanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û 3 serbazên Amerîkayê yên ligel, dema ji Silêmaniyê vedigeriyan Rojavayê Kurdistanê, bûn armanca êrîşa dronan.

Di êrîşa dronî ya ser Firokexaneya Silêmaniyê de ti ziyanên canî çênebûn, HSDê destpêkê red kir ku Mazlûm Ebdî li Silêmaniyê ye lê piştre bi daxuyaniyeke duyemîn ragihand ku Ebdî li wir bûye û diyar kir ku ji ber sedemên ewlehiyê daxuyaniya yekem hatiye dayîn.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî jî doh li ser medya civakî derbarê êrîşê de daxuyaniyeke vîdeoyî belav kir û got, “Yek ji armancên sereke yên vê êrîşê bi hilbijartinên Tirkiyê ve girêdayî ye. Erdogan û ekîba xwe ji bo serkeftina ji vê hilbijartinê çi ji destê wan tê dikin. Ji bo vê jî li ser xwîna Kurdan hewl didin serkeftineke erzan bi dest bixin û di nav raya giştî ya Tirkiyê de wek kart û awantaj bi kar bînin lê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan nikarî bi ser bikeve ji ber ku bertekeke zêde li hemberî êrîşê hat nîşandan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst