Serwîsên karkeran li hev qelibîn: Kesek mir û 29 kes birîndar bûn

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Bartin Serwîs Karker Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Bartinê yê Tirkiyeyê du serwîsên karkeran li hev qelibîn.

Minîbûsa karkeran a bi şofêrtiya Necmi G. û serwîsa karkeran a bi şofêrtiya Erol A. îro li nêzîkî gundê Kurtkoyê yê Bartinê li hev qelibîn.

Her du minibus jî wergeriyan.

Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 29 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina aliyên pêwendîdar, tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de derket ku şofêrê bi navê Necmi G. canê xwe ji dest daye.

Tîmên tenduristiyê 2 jê giran 29 kesên birîndar jî veguhastin nexweşxaneyan.

Hat ragihandin ku Serokê Şaredariya Bartinê Huseyîn Fahrî Firincioglu çû cihê bûyerê û ji berpirsan agahî wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst