Li Bursayê erd hejiya

09-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Bursa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên cuda yên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhej berdewam in û herî dawî îro di demjimêr 08:28an de li bajarê Bursayê yê Tirkiyê erdhejek bi hêza 3.9 çêbû.

Serokê saziya AFADê ragihand ku 14.41 kîlometre di nava deryaya Marmarayê de erdhej çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bûye.

Resetxaneya Kandîllî ya erdhejan a Tirkiyê jî ragihand ku hêza wê erdhejê 4.2 bûye.

Her wiha li gorî zanyariyên ku xelkê li ser torên civakî belav kirine, li Stenbolê jî xelkê hest bi wê erdhejê kiriye.

Ji bilî erdheja li Bursayê, AFADê ragihand ku her îro di demjimêr 08:01 xulekan de li navçeya Bafra ya Samsûnê jî erdhejeke bi hêza 3.8 çêbû ye lê di wan her du erdhejan de ti ziyanên canî û madî nebû ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst