Dema xweparastina HDPê hat paşxistin

09-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Destûra Bingehîn di doza ji bo girtina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) hatiye vekirin de parastina devkî ya rayedarên partiyê bo 11ê Nîsanê paşxist.

Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDPyê li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekiribû û ev pêvajo didome.

Di dozên girtina partiyên siyasî de ku li Dadgeha Destûra Bingehîn tên vekirin rê û rêbazên "doza cezayê" tê meşandin.

Piştî ku di 21ê Hezîrana 2021ê de îdianame hat qebûlkirin pêvajoyê darizandinê dest pê kir û dema ku HDPê ji bo parastina devkî ji Dadgeha Destûra Bingehîn xwestibû temam bû.

Di çarçoveya pêvajoya dozê de ji bo rayedarên HDPê parastina devkî bikin 14ê Adarê hatibû destnîşankirin. Li ser daxwaza HDPê ku dem xwestibû parastina devkî ya rayedarên partiyê bo 11ê Nîsanê hat paşxistin.

Piştî vê pêvajoyê raportor dê der barê dozê de agahî û belgeyan berhev bike, li ser naverokê rapora xwe amade bike.

Piştî ku rapor ji endamên Dadgeha Destûra Bingehîn re hat parvekirin, Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn Zuhtu Arslan dê dema civînê roj kifş bike.

Endamên Dadgeha Destûra Bingehîn di roja diyarkirî de dê li ser esasê daxwaza girtina partiyê biaxivin. Heta ku biryar bidin dê şand mizakereyên xwe bênavber bidomîne.

Di doza girtina HDPyê de dê Desteya Dadgeha Destûra Bingehîn a ji 15 kesan pêk tê biryarê bide.

Biryara ku di encama doza girtina partiya siyasî de bê dayîn dê bi rêya Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji partiya siyasî re bê teblîxkirin û di Rojnameya Fermî de bê weşandin.

Eger Dadgeha Destûra Bingehîn tesbît bike ku endamên partiyê yên ji bo wan qedexeya siyasî hatiye xwestin bi gotin û tevgerên xwe bûne sedem ku partî bê girtin, piştî ku biryar tevî hincetê di Rojnameya Fermî de bê weşandin dê heta 5 salan nikaribin di tu partiyekê de bibin avakar, endam, rêvebir û çavdêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst