Sancar: Dema mijar dibe HDP, opozîsyon weke ku hiqûq heye tevdigere

09-03-2022
RÛDAW
Nîşan Mîthat Sancar HDP Opozîsyona Tirkiyê Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDP Mithat Sancar derbarê êrîşa Rûsyayê ya bo ser Ukraynayê de ragihand, “Helwêsta me ya derbarê operasyona leşkerî zelal e. Kî derveyî hiqûqa navdewletî polîtîkayeke dagîrkeriyê bimeşîne, em wî bi eşkere red dikin.” Herwiha sancar rexne li opozîsyona Tirkiyê kir û ragihand “Dema mijar dibe HDP opozîsyon weke ku hiqûq hebe tevdigere.”

Hevserokê Partiya demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro 9ê Adara 2022ê  di civîna firaksiyona partiya xwe de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Sancar di axaftina xwe de behsa helwêsta desthilatê û partiyên opozîyonê ya li dijî HDPê kir û got “Em dijmindariya desthilatê ya HDPê û jinan dizanin, dema mijar dibe HDP, opozîsyona ku behsa nehiqûqiyên desthilatê dike, weke hiqûq hebe tevdigere, di nehiqûqiyê de hevbeşiya wê ya ligel desthilatê nayê qebûlkirin.”

Mithat Sancar da zanîn ku li gor danayên Saziya Amaran a Tirkiyê jî ji dema destpêkirina Sîstema Hikûmeta  Serokkomariyê û heta niha li Tirkiyê elektrîk ji sedî 237 û gaza xwezayî jî ji sedî 133 hatiye bihakirin.

Hevserokê HDPê derbarê bihakirinên vê dawiyê yên petrolê jî ku di nava heftieyekê de 7 car hatiye bihakirin  jî dibêje “Di navbera bihakirinên petrolê ên li Tirkiyê û cîhanê de 5 qat ferq heye. Ev ferq bi ku ve diçe? Ev ferq bo çend sermayedaran diçe.

Mithat Sancar amaje bi êrîşên Rûsyayê yên bo ser axa Ukraynayê jî da û got “Helwêsta me ya derbarê operasyona leşkerî zelal e. Kî derveyî hiqûqa navdewletî polîtîkayeke dagîrkeriyê bimeşîne, em wî bi eşkere red dikin. Em li dijî vê yekê derdikevin, lê nîşandana cihê çareseriyê jî erkê me û deynê li ser milê me ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst