Pêla berfbarînê; beşeke geştên esmanî hatin hilweşandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber pêleke berfê ya çaverêkirî ku sibe Pêncşemê Stenbolê li xwe digre, Kompanya Turkish Airlines beşeke zêde ya geştên Stenbolê hilweşandin.

Keşûhewa û bandora li ser geştan

Kompanya Turkish Airlines li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kiriye, “Bo agahdariya geştyaran, ji ber wê keş û hewaya nerênî ku tê çaverêkirin 10 Adarê bandorê li geştan bike, beşeke zêde ya geştên esmanî li firokexaneyên Stenbol û Sabihe Gokçen hatin û çûn hildiweşin. Geştyarên ku bilêtên wan hene, mafê wan naşewite û tên qerebûkirin.”

Turkish Airlinesê herwiha rûpel an beşek daniye daku geştyar bi rêya guhertinê bikin an jî mafên xwe werbigrin. Kompanyaya navborî ragihandiye ku ew geştyarên geştên wan hatine hilweşandin dikarin bi rêya sîstema mobîl û ofîsên Turkish Airlines guhertinê bikin an jî qerebû werbigrin.

Keşnasiya Tirkiyê hişyarî da

Saziyên keşnasiyê hişyariyê derbarê pêleke berfê de didin ku bajarê Stenbolê yê Tirkiyê li xwe digre. Saziya Keşnasî ya Tirkiyê jî hişyarî daye şofêrên Stenbolê ku roja 10ê Adara 2022ê heta ji wan bê ji malên xwe dernekevin. Tê gotin ku ew berfa vê carê li Stenbolê dibare gelekî bi bandor dibe û ji sala 1987an ve berfeke wiha nebariya ye.