Cîhangîr Îslam derbasî CHPê bû

09-03-2021
RÛDAW
Nîşan Cîhangîr Îslam Partiya Saadetê CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Stenbolê Cîhangîr Îslam yê ku ji Partiya Saadetê îstîfa kiribû derbasî Parttiya Komarî a Gel (CHP) bû.

Parlamenterê Stenbolê Cîhangîr Îslam sala borî ji Partiya Saadetê veqetiyabû û îro derbasî CHP bû.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di Civîna Komê ya Parlementoyê de rozeta CHPê bi Cîhangîr îslam ve danî.

Bi derbasbûna Îslam ve di parlamentoya Tirkiyê de hejmara parlamenterên CHP gihîşt 136 kesan.

Îslam di hilbijartinên 2018an de di listeya CHPê de bûbû berbijêr û wek parlamenterê Stenbolê hatibû hilbijartin, piştre derbasî Partiya Saadetê bû.

Cîhangîr Îslam di 4ê Adara 2020an de ji ber rêbaz û cudatiya ramanan ji Partiya Saadetê îstîfa kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst