Li Îzmîrê qeza: 3 mirî, 11 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Torbaliyê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê barhilgirekê li minîbûsa veguhestina karkeran da.

Di vê qezayê de 3 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya parêzgehên Îzmîr û Aydinê dema barhilgirek derbasî cadeya din bû û li minîbûseke veguhestina karkeran qelibî.

Ev barhilgir piştre li diwarê xaniyekî rawestiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendurûstiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Du kesan li cihê qezayê û kesekî jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Tîmên tendurûstiyê 11 birîndarên din jî veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Li gorî agahiyan, ajokarê barhilgirê hatiye desteserkirin.