Li Parlamentoya Tirkiyê tezkereya Rewşa Awarte bo 3 mehan hat qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyê tezkereya Rewşa Awarte (OHAL) bo dema 3 mehan li 10 parêzgehên ku li wan erdhej çêbûye hat qebûlkirin.

9ê Sibata 2023an tezkereya Serokkomariyê ya derbarê ragihandina Rewşa Awarte de bo 3 mehan li 10 parêzgehên ku erdhej li wan çêbûye li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.

Tezkereya Serokkomariyê ya ku di Rojnameya Fermî de hatibû belavkirin roja Pêncşemê li Parlamentoya Tirkiyê hat gotûbêjkirin û Alîkarê Serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay jî beşdar bû.

Her wiha pêşniyara IYI Partî ku pêşniyar dikir dema Rewşa Awarte 1 meh be hat redkirin.

Di dengdanê de jî tezkera OHALê bi dengên AKP, MHP û BBP hat qebûlkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Sêşemê 7ê Sibata 2023ê derbarê Erdheja Mereşê de gotibû 10 bajarên ku erdhej li wan çêbûye wek “Herêma Karesatê” radighînin û biryar daye li wan bajaran bo 3 mehan “Rewşa Awarte” rabighîne.

Lê partiyên opozîsyonê derbarê dema wê de nerazîbûna xwe diyar kiribûn.