Gergerlioglu bo herêmên erdhejê hişyarî da

09-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Faruk Gergerlioglu Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Faruk Gergerlioglu derbarê herêmên erdhejê de ragihand ku ji ber bê aviyê û bikaranîna ava berfê metirsiya belavbûna nexweşiyan heye.

Parlementerê HDPê yê Kocaelî Faruk Gergerlioglu, li parlementoya Tirkiyê di derbarê pêdiviyên mexdûrê erdhejê de civîneke çapemeniyê li darxsit û ragihand, di nava 100 salên borî de ev erdheja herî giran e ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çêdibe.

Di derbarê pirsgirêkên ku li her 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de heyîn jî got: “Li herêmên erdhej lê çêbûyî rojane pêdiviyên mirovan zêde dibin û têne guhertin. Niha pirsgirêkên xwarakî, cil û sitargehan heye. Kesên ku dixwazin ji van navçeyan derkevin sotemeniyê peyda nakin. Hîn li van navçeyan gundên ku kes negihiştiyê hene. Lê niha ya herî giring vedana çadiran û peydakirina xwarinê ye.”

Gergerlîoglu her wiha bal kişand ser pirsgirêka avê û belavbûna nexwşiyan û got: “Li van deveran av tuneye û xelk ji bo pêdiviyên sereke berfê dihelîn û wê avê bikar tînin, ev jî metirsiyeke mezin e bo belavbûna nexweşiyan. Li navçeyên erdhej lê çêbûne derfet gelek lawaz in. Mirov li benda termên xwe ne, bi awayek bilez pêwîstî bi kefenan heye.”

Gergerlîoglu herwiha daxwaz kir ku ji hemû saziyên civaka sivîl re asankarî were kirin ku alîkariya bigihînin van deveran.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst