Li Girtîgeha Hatayê alozî: 3 mirî, 9 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li Girtîgeha Hatayê, ku ji ber Erdheja Mereşê zerareke zêde dîtiye, girtiyên dixwestin biçin cem malbatên xwe hewl dan birevin û di encama destwerdana hêzên emnî de 3 girtiyan canê xwe ji dest dan û 9 birîndar bûn.

Rêveberiya Giştî ya Ceza û Girtiyan a Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand, li Girtîgeha Tîpa T a Hatayê hinek girtiyan hewla revê dan û piştî wê agir pêxistin.

Rêveberiya Giştî ya Ceza û Girtiyan got: “Ji bo rêgirîkirina revê, vemirandina agir û ewlehiya girtiyan di çarçoveya rêziknameya yasayî de destwerdan hat kirin. Di dema destwerdanê de 12 girtî birîndar bûn û bo nexweşxaneyê hatin veguhestin. 3 girtiyên bo nexweşxaneyê hatin veguhestin canê xwe ji dest dan. Derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî û îdarî hatiye destpêkirin. Îdiayên ku li girtîgehê destdirêjî bo ser jinên girtî hatiye kirin û îdiayên din bi temamî ne rast in.”

Ji ber serhildana girtiyan Girtîgeha Hatayê zerareke zêde dît û bi tevahî hat valakirin û girtî bo girtîgehên bajarên din hatin veguhestin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs û Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

AFADê roja 9ê Sibatê demjimêr 03:00 hejmara nû ya mirî û birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 12 hezar û 391 kesan jiyana xwe ji dest dane û 62 hezar û 914 kes jî birîndar bûne.