Wezîrê Enerjiyê: Em derbarê rewşa bihayê elektrîkê de kar dikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatih Donmez derbarê bihayê zêde yê elektrîkê de ragihand ku ew dê gav bi gav pirsgirêkên hene çareser bikin û niha li ser mijarê kar dikin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyê Fatih Donmez îro 9ê Sibata 2022ê li Enqerê beşdarî Civîna Jîngeh û Madenan bû û derbarê rewşa çavkaniyên xwezayî yên Tirkiyê de axivî.

Donmez piştî civînê bersiva pirsên rojnamevanan da û li ser pirsa “Ji ber zêdebûna bihayê elektrîkê gelekî nerazîbûn hene û Serokkomar diyar kiribû ku dê ev pirsgirêk bê çareserkirin. Di vê mijarê de ti xebateke we heye?” got, ew li ser mijara zêdebûna bihayê elektrîk û gaza xwezayî kar û xebatên xwe didomînin.

Fatih Donmez dibêje: “Ji 150 kîlowatt bo 210 kîlowatt hat zêdekirin. Ev biryar ji 1ê Sibata 2022ê ve tê cîbicîhkirin. Legel vê yekê ji hejmarek esnaf, kargehên biçûk û rêxistinên civaka sivîl daxwaz hene ku bihayê elektrîkê kêmtir bibe. Hem wezareta me hem jî Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) van daxwazan dinirxîne lê heta niha biryareke zelal derneketiye. Dema biryarek bê dayîn em dê bi raya giştî re parve bikin.”

Ev yek di demekê de ye ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê her diçe nerazîbûnên li hember bihayê elektrîkê zêde dibin.

Di çend rojên dawî de li beşeke parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê xelk li dijî bihayên zêde yên fatureyên elektirîkê û gaza xwezayî dadikevin kolanan û xwepêşandanan dikin.