7 penaberên Kurd 3 roj in li ser deryayê hewl didin xwe bispêrin welatekî

09-02-2019
RÛDAW
Nîşan Penaber Kurd Fransa Îtalya Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – 7 penaberên Kurd ku pêr li paytexta Fransayê bajarê Parîsê hatibûn girtin, 3 roj in li ser deryayê di nav keştiyekê de welat bi welat têne gerandin û ti welat wan weke penaber wernagire.

 

Pêr li Fransayê bi hinceta ku bi rêyên ne yasayî ketine welat, penaberên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê; Hengaw Mihemed Emîn, Mihemed Newzad Elî, Berhem Mistefa Elî, Arî Cemal Qadir, Geylan Enwer Reşîd, Mistefa Mihemed Mistefa û Vango Ciwara Mistefa, bû sê roj welat bi welat têne gerandin daku weke penaber radestî welatekî werin kirin.

 

Penaberên ku ji ber bidawîbûna bataryayên telefonên wan, peywendiya Rûdawê bi wan re qut bû, bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê daxwaza alîkariyê kirin.

 

7 penabêrên Kurd ku ti welatekî ew weke penaber nehewandine, ragihandin ku niha li deryayên Yûnanistanê ne û ber bi Tirkiyê ve diçin.

 

Ji ber ku di ser Îtalyayê re derbasî Fransayê bûne, bi çavdêriya rayedarên Fransayê pêşî bo Îtalyayê hatine vegerandin, lê ji ber ku li Îtalyayê nehatine qebûlkirin, ber bi Maltayê hatine veguhestin, lê ji ber ku li wir jî nehatine hewandin, berê xwe dane Yûnanistanê.

 

Herî dawî li Yûnanistanê jî nehatine pejirandin û ji wir ber bi Tirkiyê bi rê ketine.

 

Herwiha penaberên Kurd eşkere kirin ku bi awayekî berdewam rastî lêdan û tundiya çavdêrên Fransî yên di keştiyê de tên.

 

Penaberên Kurd dibêjin ku eger Tirkiye jî wan qebûl neke, dê li ser deryayê asê bimînin û hewl didin bi rêya rêxistina Dezgey Lûtke dengê xwe bigihînin cîhanê.

 

Berpirsê Dezgey Lûtke yê li Tirkiyê Kurde Yaşar Qesab ji Rûdawê re ragihand ku di rewşa niha de ji ber ku keştiya wan li deryayê ye, ji bo wan penaberan nikarin tiştekî bikin, lê bi çend welatan re ketine têkiliyê û hêvî dikin ku bigihîjin encamekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst