Rojeva Îro ya Rojnameyên Tirkiyê – NATO dê çavdêriya deryaya Ege bike!

 

MILLIYET


-Li hev kirin…
1- Însîyatîfa dîplomatîk li hember êrîşên bi ser sivîlan de.2- AFAD û Almanya hevkariya alîkariyê dê bikin.3- Hevkariya li dij qaçaxçîtiya mirovan.4- toreke Network li gerdû aliyan bi hevkarî li dij qaçaxçîtiya mirovan.5- Ewlehiya sînorî û hevkariya li gel Frontex.6-Vegerandina penaberên ku ne ji Sûrî ne.7- NATO li ser derya Îce çavdêriyê bike.8- Aweûpa bi rêkûpêk penaberan wergire li dij neyasayî.9- Prijeya harîkariya 3 milyar dolarî hefteya bê dê were rojeva kombûna NATO.10- Hevkariya Tirkiye li gel Yûnanîstan ji bo vegerandina penaberên li wir.

ZAMAN


-TRT nûçeya li ser Cizîrê paş de kişand...

Berı rojekê di operasyona li Cizîrê de ragihandibû ku 60 terorîst hatine kuştin, lê berdevkê hikûmetê û fermandeya leşkerî gotin tiştekî wiha nîn e. Dawudoglû, agahiyeke ku teyîd nebube bawerî pê nekin.
- Li ser sînor dram, li Anqara bazar, li Îce karesat.

CUMHURIYET


-Bazara kirêt..

Ji hevdîtinên kombûna G20 axaftina Erdogan li gel Donald Tusk û Jean Claude Juncker; Tusk, Dawûdoglû ji bo penaberan 3 milyar euro dixwaze..Erdogan, bazara vê yekê nabe, hunê wî pareyî bidin eger na em deriyan vedikin û hemû penaberan bi otobosan berê wan didin we…


- Dawûdoglû doza pareyekî zêdetir kir ji Merkel ji bo penaberan, Merkel got ka wî 3 milyarî xerc bikin em bibînin hûn vê çawa pêk tînin dûre emê li ser pareyên din biaxivin.. Divê projeyeke berdest hebe.
- Rastiya Cizîrê: Mirovatî lê mir.. Daxuyanî hevdû nagrin, yên fermî tenê 10 kes dibêjin, HDP 30 cendekên şewitî derketin dibêje..

GUNDEM


-Ev yek namîne roja mehşerê...

Bi "masterplana" xwe dewlet duh li Cizîrê qetlîam pêk anî. Bi dehan kes hatin kuştin. KCK dê tola vê bê hildan got. Hemû rêxistinên Kurd û hêzên demokratîk banga serhildanê kirin, îro nebe sibe dereng e.

STAR


-Li Cizîrê xelkê dawî li PKKê anî...
Di vî şerrî de xelk xwe neda rex PKKê ji 120 hezar kesî ku 150 hezar koç kirin, rêxistina terorî li wir bi tenê ma.

HURRIYET


-NATO dê çavdêriyê bike li ser deryaya Ege.

Dawudoglû û Merkel di hevdîtina xwe de sebaret bi kêşeya penaberan li ser 10 bendan li hev kirin. Merkel, 3 milyar euroyê ku Awrûpa dê ji bo penaberan bide Tirkiye hema bêje temame, lê dema ew pare gihîşt ber destê Tirkiye ev nayê wê wateyê ku Tirkiye hemû penaberan bihewîne, Awrupa divê dest pê bike bi rêyên yasayî wan wergire.
- Amerîka YPG ne terorîst e, emê harikariyên xwe li gel wan bidomînin.

HABER TURK
-Li ser 10 bendan li hev kirin..
Neteweyên Yekgirtî û derorên pêwendidar dê li hemeber êrîşên Rûs yên bi ser sivîlan de pêkve hewlên dîplomatîk bidin. Ji bo kombûna NATO ya roja pêşemmê herdû alî dê vê mijarê bînin rojevê.AFAD û saziyên Alman bi hev re li ser sînor dê alîkariya 30 hezar penaberî bikin ji bo despêkê, wekî din ji bo rêgiriya li hember mafyaya diziya endamên laşî yên penaberan dê polisên herdû dewletan hevkariyê bikin.
- Berdevkê hikûmetê Nûman Kurtulmuş, armanca me ew e ku ji bo pêla nû ya penaberan ,texmînî 600 hezar kes, pêşî li nav sînorên Sûrî li wî alîyî bên bi cîkirin.

YENİ ŞAFAK


-Tirkiye dê nebe destî..

Ji bo dawî pê anîna şerrê li Sûrî Awrûpa tiliya xwe nalivîne lê ku pirsa penabertiyê tê rojevê, li ber hev diçin û tên. Duh bi vê mebestê serokdewleta Almanya Merkel çawa ku pêleke nû ya penaberan berev Tirkiye bi rê ket, ew bilez hat Anqara û ji bo Awrûpa ji barê penaberan rizgar bibe hewl dide wî barî li pişta Tirkiye bike. Li aliyekî şerrê li Sûrî ne xema Awrûpa ye, dikin hemû sînorên xwe bi têldirkan bihonin, penaberên çûyî welatên wan  bi dorê vegerînin nexasim yên ku îllegal derbas bûne,  êrîşên nijadperest yên li hember penaberan ku rû didin herroj zêdetir dibin û di rewşeke wiha de Awrûpa dixwaze koöa li ser rê bi destê Tirkiye li wir rawestîne.


- Li derya Îce dîsa belem niqo bû 27 penaber xeniqî. Penaberekî Helebî, li şûna em bi bombeyan bimrin bila li vir masî me bixwin çêtir e.


-Hizbellah, gef li Siûdiyan xwar hûn werin Sûrî hunê bi tabûtan vegerin. Erebiya Siûdî tê gotin ku amadekarî dike 150 hezar lejyoner bişîne şerrê li Sûrî.