Pêvajo ne tenê mijareke siyasî ye

 

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Geşepêdanê yê Tirkiyê Cevdet Yilmaz got ku, pêvajoya aşitî û çareseriyê li Tirkiyê ne tenê mijareke bo azadî û çareseriya siyasî, ew çareseriyeke bo geşepêdanêye jî.

 

Cevdet Yilmaz li parêzgeha Wanê ji çapameniyê re diyar kir ku, ji ber ku li Bakûrê Kurdistanê heta niha aştiyeke rasteqîne çênebûye, pêşesazî, çandinî, xwedîkirina ajelan û bazirganî pêşve neçû ye.

 

Cevdet Yilmaz ku kurd e û xelkê bajarê Çewlîkê ye got ku, ew wek kurdekî destnîşan dike ku, pêwîst e Bakûrê Burdistanê tenê bi pirojeyên dewletê ve nemîne, pir girîng e ku êdî piroje û veberhênana xelkê herêmê pêş bikeve.

 

Cevdet anî ziman ku çima karsazên Colemêrgê biçin bajarên din ên Tirkiyeyê kargehan vekin, eger aşitî û aramî çê bibe, dê êdî pêşesazên herêmê li bajar û navçeyên xwe pirojeyên pêşesazî, çandinî û geşepêdanê lidar bixin.