Medyaya kurdî manşêta rojnameyeke Tirkiyê ye

 

Hewlêr (Rûdaw)- Rûple yekem a rojnameya Radikal a tirkî logoyê piraniya televizyonên Başûrê Kurdistanê rêz kirine û dinivîsîne ku medyaya kurdî li Amedê kar dike.

Di raporta rojnameyê de hevpeyvînek ligel berpirsê ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê li Amedî Maşallah Dekak hatiye kirin ku tê de behsa şopandina bûyerên Tirkiyê ji aliyê Rûdawê ve dike.

Dekak dibêje “Êdî Amed wek Enqere rojeva wê ya siyasî heye”.

Di heman raportê de behsa televizyonên Kurdistan Tv û Gelî Kurdistan tê kirin ku bi navê Kurdistanê li Amedê kar dikin bê ku ti astengî li pêşiya karên wan derkevin.