Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kartepeyê parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê mamostayê kolejeke taybet bi tohmeta ku xwendekarên xwe tacîz kirine hat girtin.
Hat zanîn ku 9 malbatan giliyê wî mamosteyî kiriye.
Li gorî agahiyan, li Kartepeyê mamostayê kolejeke taybet yê bi navê M.A. hinek xwedekarên xwe tacîz kirine.
Tê gotin ku M.A. ji hinek xwendekarên xwe re gotiye “Ez dê we xelat bikim” û xwendekarên din ji polê derxistine.
Wî mamosteyî pişt re ew xwendekarên ku li polê hiştîne tacîz kirine.
Xwendekaran ji malbatên xwe re behsa bûyerê kiriye, malbatan jî polîs ji rewşê agahdar kirine.
Mamoste hat girtin
Li ser giliyê malbatan mamosta M.A. hat desteserkirin.
Hêzên ewlehiyê piştî îfadeya destpêkê ya li navenda ewlehiyê, M.A. veguhast dadgehê.
M.A. bi biryara dadgehê hat girtin.
Lêpirsîna derbarê wî mamostayî de berdewam dike û hat zanîn ku du malbatên din jî wî gilî kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse